Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji malbata rehmetî Dr. Syed Kelb Sadiq Naqewî re sersaxî xwest
Peyama sersaxiyê ya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji malbata rehmetî Dr. Seyd Kelb Sadiq Neqewî re, ku yek ji pêşeng û rêberên binav û deng ê Misilmanên Hindistanê bû, hate şandin.
Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB Newsê ji Delhiya nû, nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku ji bo gihandina peyama sersaxiya Rêberê Înqilaba Îslamî bo malbata rehmetî seyd Kelb Sadiq sefera Lenkhûya navenda eyaleta Uttar Pradesh Hindistanê kiriye, got rehmetî seyd Kelb Sadiqku bi salan e zanîna Îslamî pêşve dibir. Pêşveçûna rewşenbîrî û zanistî ya bawermendan li Hindistanê ji tu hewildanek kêmasî nekir û bi vî rengî gelek zehmetî kişandin.
Hucet-ul-Îslam wel-Muslimîn Hecî Axa Mehdî Mehdewîpûr, diyar kir ku Dr. Neqewî di yekîtî, dilsoz, hevdilî û hevgirtina di navbera mezheb û olên curbicur ên Hindistanê de roleke pir bi bandor dilîst û di dewamê de got ku rehmetî Dr. Neqewî di warên cûrbecûr ên perwerdehiyê de, di nav de avakirina dibistanan, zankoyên pizîşkî û piştgiriya malî ji xwendekarên hewcemend ên misilman re jî xizmetên berfireh kir.
Piştî vê civînê, şandeya KomaraÎslamî ya Îranê li ser tirba wî rehmetî bû amade bû jê re Fateha xwend.
Alim û ramanwerê mezin Dr. Seyd Kelb Sadiq Neqewî, yek ji rêberên Misilmanên Hindistanê û yek ji kesayetiyên navdar ê vî welatî û yek ji alîgirên girîng ên Înqilaba Îslamî ya li nîvparzemîna Hindustanê bû, ku roja Sêşema borî ji ber nexweşiyê emrê Xwedê kir.
Li Merasima oxirkirin û spartina axê ya cenazeyê wî rehmetî, gelek Misilman û ne-Misilman beşdar bûn û eva li navçê kêm-mînak bû.