Kanûn 01, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Dijmin ji ber bidestnexistina armanca xwe di rawestandina abora Îranê da hêrs e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi têkçûna siyaseta zexta herî pirr a Amerîkayê li ser Têhranê, got: Dijmin ji ber bidestnexistina armanca xwe di rawestandina abora Îranê da hêrs e.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna Erkantiya hevahengiya Aborî ya Dewletê da, got: Boykotên dijmin gerçî ku bê ziyan û nakokî li ser abora welêt û jiyana gel nebûye, lê dijmin armanca sereke ya plandarêştî jibo boykotkirinê û şerê aborî ku hilweşandina abora Îranê bû, bi dest nexist û em bi xurtî dikarin bêjin ku bandorên boykotan hatiye pûçkirin.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku ev serketina mezin bi saya berxwedana gelê Îranê û siyaset û tevdîrên berxwegirtî hatiye bidestxistin, got: Gel piştrast e ku bexwedana aborî gihîştiye encamê û boykotker neçar in ku ji rêya xwe vegerin, ji ber vê yekê pêşbîniyên derheqê pêşerojê erênî bûne û liv û tevgerên aborî li bazarên cûrbecûr vê yekê nîşan dide.

 

Di civîna Erkantiya Hevahengiya Aborî ya Dewletê da, her wiha  mijarên têkildarî bidawîanîna qanûna mûçeyê hat hilêxistin û Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi mihwerên sereke yên mûçeya sala bê ya welêt, got: Pêşnumaya mûçeya sala 1400î (Koça Rojî), rê jibo meşiyana welêt ber bi rêya pêşketinê û berfirehkirina binaşe û jêrbinayan vedike.

Rûhanî palpiştnebûna bi petrolê di mûçeya sala 1400î ji guhertinên erênî yên vê mûçeyê da zanîn û got: Dewletê bi hesabên deqîq û li gorî tecrube û ezmûnên bidestxistî di pêvajoya sekinîna li hemberî boykotên dijwar ên aborî yên sepandî li ser welêt, plandaêştinên pêwîst pêk anîne ku ev yek destkefteke mezin e.

 

 

Serepeyv