Mijdar 30, 2020 23:42 Asia/Tehran
  • Di hevpeyvînekê de digel Zarîf: Wezîrên Derve yên Kuweyt û Efganistan terorkirina Fexrîzadeh şermezar kirin

Wezîrên karên derve yên Kuweyt û Efganistanê, di pêwendiyek têlefonî digel wezîrê karên derve yê Îranê, Terorkirina zanyarek navokî û berevaniya Îranê şermezar kirin.

Li gorî Beşa Agahdariya Giştî û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê EAfganistanê Henîf Etmer roja Duşemê di peywendiya têlefonê ya digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf de sersaxî ji hikûmet û gelê Îranê re xwest. Theehadeta "Muhsin Fexrîzadeh" şermezar kir.
Wezîrê karên derve yê Efganistanê tekez kir: Teror bi her şêwazî tê red kirin.
Mijarên du alî yên wekî belgeya hevkariyên berfireh a di navbera her du welatan, vekirina rêhesina Xaf-Herat û hevkariya her du welatan di warê avê de wekî mijarên din ên danûstandina bîr û bawerên di navbera Wezîrên Karên Derve yên Îran û Efganîstanê de hatine ragihandin.
Wezîrê Derve yê Kuweytê Ehmed Nassir al-Muhemed al-Sebah jî di hevpeyvîna telefonî bi wezîe derve ê Îranê de êrişa hovane ya têrorîstî ku bû sedema şehadeta Dr. Muhsin Fexrîzadeh,şermezar kir.

Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Rûsya, Venezuela, Afrîkaya Başûr, Qatar, Tirkiye, Pakistan, Behreyn û gelek welatên dinterorkirina zanyarê nukleerê yê Îranî Muhsin Fexrîzadeh şermezar kirin.

Serepeyv