Mijdar 29, 2020 23:22 Asia/Tehran
  • Destûra Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo pêşîlêgirtin û têkoşîna dijî kiryarên alozkerê ewlehiyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li pey terorkirina necamêrane ya Dr. Muhsin Fexrîzade, li ser şopandina pêwîst jibo pêşîlêgirtin û sekinîna li hemberî van cûre kiryaran pêgirî kir.

Muhsin Fexrîzade zanyarê navokî û berevaniyê yê Îranê berêvara Îniyê di êrîşeke terorîstî da li navçeya Abserda Demawendê li parêzgeha Têhranê şehîd bû.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Yekşemiyê di civîna awarte ya desteya wezîran da tevî gotina sersaxî û pîrozbahiyê bi boneya terorkirina necamêrane û şehîdbûna serfirazane ya Dr. Muhsin Fexrîzade, destûra şopandina lazim jibo pêşîlêgirtinê û têkoşîna dijî van cûre kiryarên alozkerê ewlehiyê da.

Di vî halî da; Wezareta Itila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê qala keşfkirina hin şopan ji sebebkarên terorkirina Muhsin Fexrîzade, zanyarê îranî da.

 

Serepeyv