Mijdar 29, 2020 00:12 Asia/Tehran
  • Berteka Xetîbzade ya li hember nûçeya 20 sal cezayê hepsê yê ji bo dîplomatê Îranî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê raporên cezayê girtîgehê yê 20 sal ji bo dîplomatek îranî ne rast da zanîn û red kir.

  Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê "Seîd Xetîbzade", roja şemiyê li bara rastbûna hin nûçeyên ku derheqê 20 sal cezayê hepsê ji bo "Esedullah Esadî", dîplomatê îranî, hatiye birîn, got: "Nûçeyên wusa ne rast in."
Xetîbzade herwiha got: "Her çend ji despêkê û gelek caran hatîye ragîhandin ku dadgeha niha hêjatiya darazandinê tineye û pêvajoya dadweriyê ji ber parêzbendiya dîplomatîk û pirsgirêkên bingehîn ên form û naverokê derveyî qanûnê ye."
Rûniştina doza "Esedullah Esedî", diplomatê îranî, bi tawana hewildana bombedanîna li civîna Munafiqîn li Parîsê di sala 2018 de, duh (înê) li Belçîkayê hate lidarxistin.

Serepeyv