Mijdar 26, 2020 17:23 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Rêhesina Xaf-Herat ji bo Îran û Efxanistanê deskevteke girîng e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê qedandin û xebitandina rêhesina Xaf-Heratê hem ji bo Îranê û hem jî ji bo Efxanistanê deskevt û serfiraziyek mezin û girîng bi nav kir.

Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro Pêncşemê li Kabulê ji IRNA-yê re axivî û got ku xeta trênê ya Xaf-Heratê dê Efxanistan ji riya Îranê bi Ewropayê re girêbide û dê gelek rêyên bazirganî ji bazirganan re hêsantir bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, destnîşan kir ku gelek kamyon niha li ser sînorê Efxanistan-Îranê li bendê ne ku derbas bibin carinana hin ji wan jî di vê rêkê de  rastî astengî û zehmetiyan dibin û got ku rêhesina Xaf-Heratê dê li herêmê bibe sedema geşedana domdar.
"Muhemed Îslami", Wezîrê Rê û Bajarsaziya Îranê, roja Çarşemê di derbarê dem û sûdên projeya rêhesina Xaf-Herat de got: "Rêhesina Îran û Efxanistanê dê di kêmtir ji mehekê de bi amadebûna karbidestên payebilind ên her du welatan bi hev re were girêdan."
Li gorî gotina Îslamî, welatên di nav bejahiyê de, nemaze Efxanistan, her gav hewl didin ku xwe bigihînin avên vekirî û azad, vêca xeta trênê ya Xaf-Heratê alîkariya Efxanistanê dike ku ji riya Îranê tranzîtê bike.
Rêhesina "Xaf-Herat" di çar beşan de bi dirêjahiya 191 km, ku 77 km li hundurê Îranê ye û 114 km ya din jî li Efxanistanê ye, di ber çêkirinê de ye.

Serepeyv