Mijdar 25, 2020 22:50 Asia/Tehran
  • Sîxora Rêjîma Siyonîst di berdêla azadkirina sê welatiyên îranî hat berdan

Sê welatiyên îranî ku bi tawanên pûç li derveyî welêt hatibûn girtin, di berdêla berdana sîxorekê bi du mafên hemwelatîbûnê ku jibo rêjîma Siyonîst dixebitî, hatin azadkirin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, Kaylî Mor Gîlbêrt welatiya awstralyayî-inglîzî Îlona 2018an ku bi armanca sîxorî û komkirina lêzanînan bi navê çalakiyên lêkolînî û Îslamnasiyê hatibû Îranê, ji aliyê hêzên Itilaata Îranê va hat girtin.

Ev sîxor piştî derbaskirina qonaxên qanûnî û dadweriyê bi sûcê tevgeriyana dijî ewlehiya neteweyî bi rêya hevkariya digel Rêjîma Siyonîst bi 10 salan zîndanê hat mehkûmkirin û piştî derbasbûna du salan ji mehkûmiyeta xwe, di dawiya da Komara Îslamî biryar da wî di berdêla azadkirina sê çalakên aborî yên îranî ku bi mehneya dorkirina boykotan hatibûn girtin, berde.

 

Serepeyv