Mijdar 25, 2020 16:45 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Bijardeya leşkerî dijî Îranê ji destûrkara dijmin derketiye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dijmin ji derbelêdana li fîzîka pergala Komara Îslamî ya Îranê bêhêvî bûye û şerê leşkerî ji bernameyên wî derketiye.

Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê din rêûrisma nimandina planên xizmetgihaniyê yên Besîcê tevî eşareta bi serneketina dijminan di rûbirûbûna leşkerî digel Îranê, got: Pergala Komara Îslamî, dîn, çand, jiyan û tendurustiya gelê Îranê kiriye armanc.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Besîc di hemî qadan da rawestiyaye da ku berevaniya ji nirxên bilind ên miletê Îranê di bin rêbertiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bike.

Serleşker Selamî her wiha bi gotina vêya ku besîcî ji tu dijminekî natirsin, got: Xortên besîcî berevanî ji hesiyeta gelê Îranê dikin û heta dawiya vê pêvajoyê ku lawazî û jinavçûna tam a dijminan e, li ber xwe didin.

Rêûrisma nimandina ji derdora 3 hezar planên xizmetgihaniyê yên Besîcê û bernameya meydanî ya alîkariyên mominane yên hevdem digel salvegera damezirandina Besîca Mustezefan bi amadebûna Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi awayê vîdyo konferansî hat lidarxistin.

Îro Çarşemî salvegera damezirandina Besîca Mustezefan li ser fermana Hezretê Îmam Xumeynî (Re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ye.

 

Serepeyv