Mijdar 25, 2020 12:00 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bila dewleta din a Amerîkayê siyasetên şaş ên Trump bicebirîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi kiryarên wêranker ên Serokomarê niha yê Amerîkayê, got: Dewleta tê ya Amerîkayê divê siyaset û kiryarên dijî mafên mirovan û têrorîstî yên Donald Trump bi aşkiratî şermezar û siyasetên şaş cubran bike.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da tevî sipasiya ji berxwedana gelê Îranê di şerê aborî da, got: Ji nîşaneyên mezin ên serketina gelê Îranê û işkesta teqil û hetmî ya dijmin di vî şerê aborî da, dawiya serdema Trumpîsmê ye.

Rûhanî tevî eşareta bi bidawîhatina serdema serokomarê niha yê Amerîkayê û cinayetên wî dijî gelê Îranê, bi bîr xist: Trump cinayetên herî xxerab li dijî dewlet û gelên serbixxwe mînaû Îran û Filistînê pêk anî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha işkesta Trump di civakên navneteweyî, navendên hiqûqî, pîvanên exlaqî, raya giştî ya cîhanê û raya giştî ya miletê Amerîkayê ji hokarên serneketina wî di hilbijartina serokomartiya Amerîkayê da zanîn û got: Dewleta tê ya Amerîkayê li hemberî gişt kiryarên ku rûveka Amerîkayê xera kir divê karine mezin bike da ku bikare şaşitiyên berê bicebirîne.

Rûhanî di dewamê da tevî eşareta bi xala Soz di berdêla Sozê da û Pêngavrakirin di berdêla Pêngavrakirinê da wek Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê,  got: Heke vîn û îradeyeke wiha di desthilatdarên tê yên Amerîkayê da hebe, çareserkirina hin kêşeyan pirr hêsan e.

 

Serepeyv