Mijdar 23, 2020 20:09 Asia/Tehran
  • Pîrozbahî; Salvegera jidayîkbûna pêşewayê yazdehm ê şîeyên cîhanê

Sibe Sêşemî 8ê meha Rebî ul-Sanî ya sala 1442an a Koça Heyvî beranberî 24ê Mijdara 2020î, salvegera jidayîkbûna Îmam Hesenê Eskerî (S) mizgînîderê Munciyê Mewûd (S) e.

Gelê Îranê her salê di salvegera jidayîkbûna Îmamê yazdehem ê şîeyan bajarên xwe dixemilînin û bi belavkirina şêranî û şerbetê vê rojê pîroz dikin; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê ev yekm pêk nayê.

Hezretê Îmam Hesenê Eskerî (S) roja 8ê meha Rebî ul-Sanî ya sala 232an a Koça Heyvî li bajarê Medîneyê ji dayîk bû.

Vî îmamî bi ronkirina ramanên şîeyan û redkirina şik û şubheyên dînî di warê parastin ş berfirehkirina dînê îslamê têkoşa ş bi ronkirina xebata misilmanan di dema îmameta hezretê Mehdî (Eccelellah), ewna jibo heyama xeybeta dawîn îmamê mesûm amade kirin.

Pîşewayê yazdehem ê şîeyan şirovekerê bêhempa yê Qurana Mecîd bû û di heyama îmamtiya xwe da, şêwaza durust a şirovekirina vê pirtûka asimanî jibo gel ronî kir û bi mizgînîdaana hatina Munciyê Mewûd, misilman jibo bidestxistina ramanên bilind ên îslamê hêvîdar kirin.

Îmam Hesenê Eskerî (S) di heyama zarokatiyê da ji serçaviya zanista bavê xwe, Îmam Hadî (S), behre wergirt û di 22 saletiyê da bi şehîdbûna bavê xwe, erka giran a Îmametê bi qasî 6 salan heta dema şehîdbûnê girt ustiyê xwe.

Heyama jiyana pîşeywayê yazdehem ê şîeyan hevdem digel desthilatdariya xelîfeyên Ebasî wekî Mutez, Muhtedî û Mutemid bû; Loma wî hêjayî tevî hebûna rewşa zorbêjî û sînordariyan, bi tevdîr û fêrkariyên durust, agahî û hevgirtina misilmanan zêde kir.

 

Serepeyv