Mijdar 19, 2020 10:44 Asia/Tehran
  • Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzan: Îran mihwera tenahiya ewlehiyê li navçeyê ye.

Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê mihwera tenahiya ewlehiyê li navçeyê û welatê herî ew leh li rojavayê Asyayê ye.

Serdar serleşkerê Pasdar Seyid Yehya Rehîm Sefewî , Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê êvara Çarşemiyê li Reştê li bakûrê Îranê, got: Amerîka jibo firotina çekên xwe, li navçeyê bê-ewlehîtiyê çêdike.

Serdar serleşker Rehîm Sefewî  b i gotina vêya ku Amerîkayê gişt sozên navneteweyî binpê kirine, got: Komara Îslamî ya Îranê têkiliya xwe digel welatên Ewrasyayê li gorî berjewnedî û gefên hevpar daniye.

Serokê Encumena Jeopolîtîk a  Îranê bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê hêza yekem li Rojavayê Asyayê ye û şiyaneke zêde di warên cûrbecûr ji wan Teknolojiyê heye, got: Îran welatekî bihêz, aram û ewleh e ku dikare di pêkanîna ewlehiyê li Ewrasyayê jî rola xwe hebe.

 

Serepeyv