Mijdar 18, 2020 22:09 Asia/Tehran
  • Weşandina belgeyên derbarê têkiliyên tevgera Hereket El-Nîzal bi servîsa îstîxbarata Siûdî re

Wezareta Îtileatê ya Komara Îslamî ya Îranê hin belgeyên ku derbarê têkiliya rasterast a koma têrorîst a Hereket el-Nîzal bi servîsa îstîxbarata Erebistana Siûdî re in, weşandin.

Wezareta Îtileatê ya Komara Îslamî ya Îranê  vê dawiyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Ferecullah Çeeb", serokê koma têrorîst "Hereket el-Nizal el-Erabî Li-Tahrir el-Ahwaz", sebebkarê sereke yê êrişa terorîstî ya 22ê Îlona 2018 li başûrê rojavayê Îranê, hate nas kirin û girtin.

Li gorî Wezareta Îtileatê ya Komara Îslamî ya Îranê, serokê vê koma têrorîstî di van salên borî de dil hebû çend operasyonan li Tehran û Xûzistanê cih bîne û vê dawiyê jî plan dikir ku operasiyonek nû ya terorîstî birêvebibe ku bi agahdariya hêzên ewlehî û istixbarata Îranê têk çû.

Wezareta Îtileata (îstixbarat û ewlehiya) Îranê, destnîşan kir ku koma Hereket El-Nîzal di bin piştgiriya rasterast a servîsên îstixbarata Erebistana Siûdî û Rejîma Siyonîst de ye û diyar kir: "Serokên vê komê, digel ku fermanek navneteweyî ji wan re hatibû dayîn, ji Ewrûpayê operasyonên terorîstî li Îranê birêve dibirin."

Hebîb Ferecullah Çeeb, ku wekî "Hebîb Asyûd" tê nas kirin serokê koma têrorîst "Hereket El-Nîzal", vê dawiyê di hevpeyvînek li ser girtina xwe ji alîyê hêzên wezareta Îtileatê ya Îranê ve got: "Me gelek civîn bi wan re kir."

"Hereket el-Nizal el-Erabî Li-Tahrir el-Ahwaz", Eniya Ereb-a-Ehwaz-ê û Partiya El-Nehze-El-Erebiye-ya ji bo Ehwazê ji komên girêdayî komên terorîst ên El-Ehwaziye ne.

Terorîstên El-Ehwaziyeh, roja 22ê Îlona 2018an, li kêleka merasîma meşa birêzve ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li Ehvazê, gulle berdan temaşevanan, di encamê de 25 kes şehîd bûn û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv