Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî peyama sersxiyê da gel û dewleta Sûriyê
Mijdar 17, 2020 09:44 Asia/Tehran
Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji ber koça dawî ya Welîd Muelim Wezîrê karên derve yê Sûriyê sersaxî da gel û dewleta Sûriyê.
Li gorî rapora roja Sêşemiyêya IRNAyê, Elî Larîcanî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê bo Bişar Esed, serokomarê Sûriyê da tevî diyarkirina mixabinî û kesera xwe ji ber koça dawî ya Welîd Muelim Wezîrê karên derve yê vî welatî, nivîsî: Rola bibandor a Welîd Muelim di têkoşîna dijî têrorîsma tekfîrî û xurtkirina ewlehiya navçeyê da nayê jibîrkirin.
Welîd Muelim Wezîrê karên derve yê Sûriyê berbanga Duşemiyê di 79 saletiyê da koça dawî kir.