Mijdar 13, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê: Asimanê Îranê ewleh e

Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê got: Vê hêzên bi amadetî, hişyarî û hêza şêrr a zêde, ewlehiya asimanê Îranê dabîn kiriye.

Emîr sertîpê balefirvan Ezîz Nesîrzade, Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê roja Pêncşemiyê di merasima bidawîhatina dewreya perwerdehiyê ya balefirvanên taktîkî yên F5 û Mig29ê li Baregeha asimanî ya Şehîd Fekûrî ya Tebrîzê li bakurê rojavaya Îranê, got: Komara Îslamî ya Îranê xwedan hêz û şiyana pêwîst jibo bersivdana pêwîst bo gefên dijminan e.

Sertîp Nesîrzzade derbarê berûlayên dijminnasiyê ji aliyê fermandar û efserên artêşa Komara Îslamî ya Îranê va jî got: Amerîka dijminê sereke yê hikûmeta Îslamî ye û di vî warî zextên aborî, siyasî  û çandî yên zehf aniye ser gelê Îranê.

Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê her wiha got: Belavbûna Vîrûsa Koronayê û hilbijartina vê dawiyê ya serokomartiya Amerîkayê, têkçûna çandî û qanûnî ya vî welatî zêdetir ji berê nîşan da  û her belaya ku Amerîkayê bi mehneya demokrasî û Mafên Mirovan anîbû ser welatên din, niha yaxê wî bi xwe girtiye.

 

 

Serepeyv