Ruhanî: Îran dikare hewcetiyên binavahî yên endamên Şanghayê dabîn bike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser siyaseta bingehîn a Komara Îslamî di warê cînartiya baş û çêkanîna baweriyê û gotûbêja bi cînaran re û got: Îran wek riya sereke ya navbera welatam li rojavayê Asyayê dikare hewcetiyên binavahî yên endamên Rêxistina Şanghayê dabîn bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di Rûniştina 20-an a serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê de ku bi awayê vîdeo-konferansê û bi mazûvaniya serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li dar ket, bal kişand ser pêwîstiya bikaranîna şêwazeke hevgirtî û kêrhatî bona pêşîlêgirtina pandemya Koronayê û got: Îran amade ye deskevt û azmûnên xwe di warê hewldanên ji bo pêşîgirtina li pandamya Koronayê bide ber destê welatên endamên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê.
Ruhanî herwiha got: Ewlehî bi tenê ji riya hevkarî,beşdarî û aştiyê bi dest dikevem vêca Îran hevkarî û beşdariya xwe bi şirîkên xwe û Rêxistina Hevkariya Şanghayê ji bo rawestîna li ber terorîsm, tundrewî û qaçaxa madên hişber wê berdewam bike.
Serokomarê Îranê herwiha kefxweşiya xwe derbarê hevhatina dawiyê ya Bakû û Yêrîwanê ji bo kutakirina şer û pevçûnên leşkerî û çareserkirina pirsgirêk û qeyrana Qerebaxê ji riya dîplomasiyê diyar kir û got ku Îran ji her hewldaneke biaştî bona kêmkirina rageşî û neyariyan û damezrandina îstiqrar û ewlehiya mayinde û adilane li navçê pêşewazî dike.
Ruhanî herwiha bal kişand serkemilîna riya trenan ya Reşt-Bendera Enzelî li beravên deryaya Kaspiyenê û desnîşan kir ku bi zûtî korîdora bakur-başrê serê xwe digire. Ruhanî herwiha got: Riya trenan a Xwaf-Heratê li çend hefteyên pêşber tê vekirin ku eva xelat û alîkariyeke bi nirx e ji bo efxanistan û welatên Asyaya navendî û ew dikarin bi xerceke kêm di wexteke kêmtir bigihêjin avên azad û welatên ewropî û bazara Îranê û yên welatên navçê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê hilbijartinên Amerîkayê jî got ku van hilbijartinan nîşan dan ku ne bi tenê gelên cîhanê belkî gelê Amerîkayê jî ji siyasetên dewleta xwe ya vê demê bêzar in û niha dewr dewra yên bijartî û rêberên nû yên Amerîkayê ye ku bi peyama netewê xwe bi başî hesya bin û vê viyana guhertina siyaseta derve di warê pêwendiya bi cîhanê re bi cidî bikar bînin.