Yekîneyên Artêşa Îranê li zîvala sînorê digel Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi cih bûn
Mijdar 07, 2020 09:11 Asia/Tehran
Fermandarê Biryargeha Navçeyî ya Bakurê Rojava ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê got: Yenîneyên zirêhî yên vê biryargehê li ser zîvala sînorî ya Îranê digel Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bi cih bûn.
Emîr Elî Hacîlû, Fermandarê Biryargeha Navçeyî ya Bakurê Rojava ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê di gotûbêja bi Fars Newsê ra li Ûrmiyê got: Yenîneyên zirêhî yên vê biryargehê li ser zîvala sînorî ya Îranê digel Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bi cih bûn.
Wî got: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li gorî destnîşankirina aşkira ya Qanûna Bingehîn di warê sînorên welêt da berpirsiyar e da ku sînorên welêt li hemberî her cûre destdirêjiya ihtimalî ya dijminan biparêze.