Mijdar 04, 2020 21:23 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê qebûl kir bila sizaya hin mekûmên zindanî kêm bibe an jî ew werin bexşandin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bi minasibeta hilketina rojvegera jidêbûnna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û rojvegera jidêbûna Îmamê şeşim Hz. Îmam Ceferê Sadiq (S) pêşniya serokê Teşkîlata Dadweriya Îranê derbarê bexşandin an kêmkirina sizayên 3 hezar û 780 mehkûmên dadgehên curbicur û rêxistina dadweriya hêzên çekdar ên Îranê û tezîrata hikûmetî pejirand.

Serokê Teşkîlata Dadweriya Îranê seyd Îbrahîm Rêîsî bi minasibeta hilketina rojvegera jidêbûnna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û rojvegera jidêbûna Hz. Îmam Ceferê Sadiq (S) pêşewayê şeşim ê şîeyên cîhanê di nameyekê ji bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî pêşniyar kiribû ku sizaya 3 hezar û 780 mehkûmên dadgehên Înqilabê û yên gelêrî û rêxistina dadweriya hêzên çekdar ên Îranê û tezîrata hikûmetî ku li gor hilkolandina Komîsiyona Navendî ya efû û bexşandinê xwediyê şert û mercên pêdivî ne werin bexşandin an sizayên wan werin kêmkirin an bi sizayên sivik werin weguhertin, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jî li gor xala 11 ya prensîpa 110 ya qanûna bingehîn ev pêşniya qebûl kir.

Duh 17 Rebî-ul-Ewil ya sala 1442 Koçiya Heyvî hevdemê 3 Mijdara 2020 salroja jidêbûnna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û salroja jidêbûna Hz. Îmam Ceferê Sadiq (S) pêşewayê şeşim ê şîeyên cîhanê bû.

Serepeyv