Ruhanî: Ji Îranê re ne girîng e çi li Amerîkayê derbas dibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku hilbijartina Amerîkayê ji babeta curbicur hêjayî ders hîn bûnê ye û got: Ji bo Tehranê re ne girîng eli Amerîkayê çi derbas dibe û kî dibe serokomar.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Ruhanî îro di civîna desteya wezîran (dewletê) de desnîşan kir kuAmerîka divê vegere ser qanûnê û gişt peymanên navneteweyî û çend alî û got:Amerîka divê dewsa boykotan, hurmetgirtin, ciyê gefxwarinê hurmet û dewsabê soziyê û binpêkirina peymanan û qanûnê, vihanîna soz û qiraran û peymanan bike karê xwe.
Ruhanî desnîşan kir, Helwêst û siyaseta ku Amerîka digire ber xwe girîng e û got: Ger amerîkî pê hesiyan û ders ji kiryarên xwe hîn bibindivê ku riyeke din bigirin ber xwe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişande ser rewşa navçê û sînorên bakur û bakurê rojavayê Îranê û got: Ewlehiya sînoran û nebûna terorîstan û komên terorîst nêzîkî sînorê Îranê bi ti awayî û neguhertina sînoran ji Tehranê re pir girîng e.
Ruhanî desnîşan kir parastina yekperçetiya axa xwe mafê netewên navçê ye û got: Îran dixwaze rageşiya Qerebaxê ji riya dîplomasiyê û neleşkerî ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li cîhanê û got: Êrişa ser ebadetgeh, medrese û zanîngehan kiryarên bi şermezarî ne.
Ruhanî herwiha got: Ew kesên ku îhanetê li pêxemberê hêja yê Îslamê kirin, karekî şaş kirin û ew kesên ku terorê jî dikin karekî pir şaş û dijî mirovaniyê dikin.