Mijdar 03, 2020 11:39 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Hêrsa misilmanan li hemberî bêrêziya li Pêxember (S), nîşana zindîbûna Umeta Îslamî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hêrs û nerazîtiya misilmanan li hemberî bêrêziya li Pêxemberê Îslamê (S) nîşana zindîbûna Umeta Îslamî da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro Sêşemî di axaftina televîziyonî bi boneya 17ê Rebî ul-Evelê, salvegera Jidayîkbûna Hezretê resûlê Ekrem (S) û Hezretê Îmam Ceferê Sadiq (S) tevî pîrozkirina vê rojê, got: Îro dijminê sereke yê îslamê, istikbar û siyonîsm e ku bi hemî şiyana xwe dijayetiya Îslamê dikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi weşandina karîkatorên bêrêzane derbarê pêxemberê Îslamê (S) li Parîsê, got: Karîkatorîstekî xeletiyekî kiriye, lê ev yek tenê xerabî û înhirafa hunermendekî nîne, belkî mijara siyaseta dewletê ye ku pişta vî karî xelet digire û rayedarê siyasî aşkira piştgiriya xwe radigihîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Dewleta Fransayê vê yekê li Mafên Mirovan û Azadiya Gotinê girêdide û ev heman siyaset e ku têrorîstên herî tund ên cîhanê li nav xwe dihewîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî bi gotina vê yekê heman vê dewleta Fransayê alîkariya herî zêde bo gurekî xwînmêj wekî Sedam di serdema şerê sepandî dijî Îranê kir, got: Berevaniya ji hovîtiya çandî û kiryara cinayetkarane ya karîkatorîstekî, rûyê din ê sikeya piştgiriya ji Munafiqîn û piştgiriya ji Sedam e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Ev têrorîst heman kes in ku serokomar, serokê Saziya Dadweriyê û serokwezîrê û gelek ji berpirsan û 17 hezar kes ji welatiyên asayî li Îranê şehîd kirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî bi gotina vêya ku hêrs û nerazîtiya Umeta Îslamî li hemberî vê bûyerê nîşana zindîbûna Cîhana Îslamê ye, got: Helbet hin desthilatdaran heqaret û biçûkbûna xwe nîşan dan, lê pirranî ji pênaseya xwe ya îslamî berevanî kirin.

 

 

Serepeyv