Mijdar 01, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • Axaftina televîziyonî ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di roja Jidayîkbûna pêxemberê Îslamê (S) da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê roja Sêşemiyê hevdem digel 17ê meha Rebî' ul-evelê, salvegera jidayîkbûna hezretê resûlê ekrem (S) û hezretê Îmam Ceferê Sadiq (S) saet 10:30 li gorî dema Têhranê bi rêya televîziyonê biaxive.

Ev axaftin dê bi awayê zindî ji kanalên Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji wan IRAN Pressê were weşandin.

Misilmanên sune roja 12ê Rebî ul-evelê û misilmanên şîe roja 17ê vê mehê wek salvegera Jidayîkbûna pêxemberê hêja yê îslamê dizanin.

Hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ku bi xwe ji dawakerên Yekîtiyê di Cîhana Îslamêî da bû, ev mijar jibo yekîtiyê û nêzikbûna komên îslamî bi kar anî û navbira van du rojan (12ê heta 17ê Rebî ul-evelê) wek 'Hefteya Yekîtiyê' bi nav kir.

 

 

 

Serepeyv