Mijdar 01, 2020 10:33 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran hebûna têrorîstan li nêzikî sînorê xwe tehemil nake

Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê veguhestina û bicihkirina komên têrorîst li navçeya Qerebaxê hişyarî da.

Muhemed Cewad Zerîf,  Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemiyê di gotûbêja digel IRIB Newsê derbarê bêewlehîtiyên ji ber veguhestina têrorîstan bi taybet bermahiyên DAIŞê bo navçeya Qerebaxê û gotûbêjên Rêxistina Dîplomasiya Îranê jibo têkoşîna dijî wan, got: Îran teqrîben piştrast e ku têrorîst di nava pevçûnan da bûn û Têhran pêgiriyê dike ku ev kar lis er xêra tu aliyekî nîne.

Zerîf her wiha got: Îranê di gotûbêjên vê dawiyê da mijara veguhestin û amadebûna komên têrorîst li Qerebaxê ragihandiye rayedarên Komara Azerbaycan, Ermenistan, Rûsiye û Tirkiyê û pêgirî kiirye ku Komara Îslamî ya Îranê dê tiştekî wiha tehemil neke.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Aniha ev têrorîst li kêleka sînorên Îranê nînin; lê ihtimala ku bi navbirekê li kêleka sînoran bin, hema wisa zêde ye.

 

 

Serepeyv