Cotmeh 31, 2020 17:22 Asia/Tehran
  • Ruhanî: berbendên nû li navendên 25 parêzgehan û 46 şaristanên Îranê wê werin bikaranîn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Erkana Neteweyî ya Pêşîgirtina li Pandemya Koronayê pejirandiye ku ji bo 10 rojan li navendên 25 parêzgehan û 46 şaristanên Îranê wê berbendên nû werin bikaranîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li rûniştina  Erkana Neteweyî ya Pêşîgirtina li Pandemya Koronayê got: Di çarçova van berbend û qedexeyan de ji roja çarşema bê wê her hewldan û çalakiyeke girseyî yên perwerdehî, civînên curbicur bi her minasibetekê wê heya 10 rojan werin qedexekirin.

Ruhanî herwiha got gişt qedexe û berbendên ku berî viya ji bo 43 şaristanên din hatibûn bikaranîn di vê rûniştinê de sema wan dîsa hat zêde û dirêjkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku ji bo serketina di warê rawestana li ber pandemya Koronayê de divê gişk wezîfeya ku dikeve ser milê wan cih bînin û di dewamê de got: Gel divê bi gişt hêz û karîna xwewerin meydanê û bi bikaranîna tam a destûrên tendirustiyê li hember vîrusa Koronayê alîkariya dewletê bikin.

Li gor amara herî dawiyê ya ku wezareta Tendirustî û Dixtoriyê heya roja înê derbarê nexweşiya Koronayê parve kir hejmata pêketiyên Koronayê li Îranê gihêştiye derdora 605 hezar kesan û hejmara kesên ku ji belayê vê vîrusê rizgar jî ji 477 hezar kesî derbas bûye. 

Serepeyv