Ruhanî:Tevî boykotan me karên mezin li Îranê kirine
Cotmeh 29, 2020 21:52 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li merasima desbikarkirina çend projeyan got: Tevî boykotan me karên mezin li Îranê kirine bi taybet di warê riya hesin (riya qetarê), riyên makîneyan, di warê cotkarî û mal û meskenê de.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, îro li vê merasimê de got: Ambargo û boykot di earê cotkariyê û avê ti bandoreke xwe tine bû û projeyên girîng di van 7 salana hatin kirin.
Ruhanî got ku boykotan nekarîn me bitewîne, lê ev boykot ji gelê me re gelek dijwarî û pirsgirêk çêkirin.
Merasima îstifadeya ji çendîn projeyên wezareta Av û Elekterîkê li parêzgehên Tehran û Hirmizganê bi destûrê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dar ket.