Beşeke yekîneyên Tîpa 321 a Artêşa Îranê bo sînorê bakurê rojhilata welêt hat rêkirin
Beşeka yekîneyên Tîpa 321 a herikbar a hucûmî ya Artêşa Îranê, bicihbûyî li Şaristana Merendê jibo xurtkirina berevaniya ji sînorên welêt, bo navçeyên bakurê rojavaya Îranê hat rêkirin.
Emîr sertîp Hacîlû, Fermandarê Biryargeha Navçeyî ya Bakur-rojava ya Hêza bejahî ya Artêşa Îranê roija Çarşemiyê got: Beşek ji yekîneyên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat bi nijyar û pêkhateya nû hatin amadekirin da ku li navçeyên sînorî yên diyarkirî bi cih bibin.
Serîtp Hacîlû bi gotina vêya ku hêla sor a Artêşa Îranê, gefa li dijî ewlehî û asayîşa gel û yekparçetiya axa welêt e, got: Bila dijmin bizanin ku heke tevgereke herî biçûk dijî ewlehiya hikûmeta îslamî pêk bînin, dê bersiva wan bi tundî were dayînê.
Navçeyên sînorî yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê li şaristana Xoda Aferînê bi dirêjahiya 135 kîlomitran li kêleka bereyê şerê Qerebaxê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ye.
Ji destpêka vê pevçûnê va heta niha bi dehan roketên du aliyan li erdên Îranê li şaristana Xoda Aferînê ketine.