Cotmeh 26, 2020 04:04 Asia/Tehran
  • Welayetî: Siyonîsmam navneteweyî, plandarêj û rêveberê bêrêziya li resûlê Xwedê (S) ye

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî bêrêziya li saheta pîroz a pêxemberê Îslamî (S) şermezar kir û ew nîşana cahiliyeta nûjen da zanîn.

Elî Ekber Welayetî, Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Şermezarkirina cîhanî ya bêrêziya li resûlê Xwedê (S) diviyabû bibe berhevkirina û pêşîlêgirtin li çapa kovara hurmetşikên a saheta pêxemberê ekrem (S), lê standardên ducûre yên dewleta Fransayê bû sebeb ku ev raman şirkbar û dij-dînî di pergala perwerdehiyê ya vî welatî da jî bandorê bike û were propagandakirin.

Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Hişyariya Îslamî destnîşan kir: Zêdebûna îslamxwazî û alîgiriya Îslamê bû sebeb ku rayedar û rêveberên sereke yên hereketa kirêt aşkira bên meydanê û rûyê xwe yê rasteqîn aşkira bikin.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Zêdegavî û bêhurmetiya li saheta pêxember (S), du rûyê sikeyekê ne ku ji aliyê siyonîsma navneteweyî û istikbara cîhanî li dijî Îslama resen hatine bikaranîn.

Elî Ekber Welayetî got: Teqez dê karekî wiha dê bibe sebeba dilgiranî û bersiva misilman, azadîxwaz û edaletxwazan li cîhanê û yekîtî û hevgirtina ber bi zêdebûnê y a miailmanan, dê bibe sebeba hişyariya civakên îslamî û şermezarkirina cîhanî ya van tevgerên kirêt ku bêrêziyê li mexlûqê herî binirx û payebilind dikin.

Kovara Fransî ya Şarlî Hêbdûyê rojên bihurî careke din karîkatorên bêrêzane derbarê pêxemberê Îslamî (S) weşandine.

Emanûêl Mekron serokomarê Fransayê jî di axaftineke dûrî prensîbên dîplomatîk û bingehêîn demokrasiyê ragihand ku Fransa dê hema wisa weşandina karîkatorên bêrêzane dijî Resûlê Îslamê (S) bidomîne.

 

Serepeyv