Îranê êrişa terorîstî li Kabulê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva borî êrişa terorîstî li Kabulê şermezar kir û dewlet û netewê Îranê hevderdê û hevxemê dewlet û netewê Efxanistanê û malbatên goriyan da zanîn.
Li gor Fars Newsê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade li twittekê de desnîşan kir ku xwendevên efxan bûne goriyê şidet û şerê bê dawî ku ti caran bi xwe ew nebijartine û got: Komara Îslamî ya Îranê vê cinayeta bi tirs û xuf bi tundî şermezar dike û ji ber nê bûyer û qurbanîbûna zarên efxan ji netew û hikûmeta Efxanistanê re sersaxiyê dixwaze.
Xetîbzade di dawiya twitta xwe dediyar kir ku îşev gel û dewleta Îranê jî her wek gel û dewleta Efxanistanê xwe tazîdar û xemgînê vê bûyera tal dizane.
Balyzxana Îranê li Kabulê jî bi weşandina daxuyaniyeke nivîsarî êrişa terorîstî ya ser navenda perwerdeyê ya Kewser li rojavayê Kabulê şermezar kir û bi malbatên goriyan re hevderdiya xwe diyar kir û ji birîndaran re hêviya başbûnê kir.
Li paytextê Efxanistanê bajarê Kabulê di êrîşa xwekujî ya ku dijî Navenda Perwerdeyê ya Kewser Daniş hat kirin de 18 kesan canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.