Cotmeh 24, 2020 19:11 Asia/Tehran
  • Sersaxî; Salvegera şehîdbûna îmamê yazdehem ê şîeyên cîhanê

Sibe Yekşemî 8ê meha Rebîi' ul-Evel a sala 1442an a Koça heyvî beranberî 25ê Cotmeha 2020î, Salvegera şehîdbûna îmamê yazdehem ê şîeyên cîhanê, Îmam Hesenê Eskerî (S) ye.

8ê meha Rebîi' ul-Evel a sala 206an a Koça heyvî, Îmam Hesenê Eskerî (S) ji binemala paqij a resûlê hêja yê îslamê (S) li bajarê Samerayê li bakurê Iraqê hat şehîdkirin.

Bavê hêja yê Îmam Hesenê Eskerî (S), hezretê Îmam Hadî (S) ji binemala pêxember (S) bû û dayîka wî hêjayî, jineke zzana û xêrxwaz û bi fezîlet bû. Îmam Hesenê Eskerî (S) piştî şehîdbûna bavê xwe, rêberî û sergêriya dînî ya misilmanan girte ustiyê xwe.

Vî îmamê hêja di mekteba zanista xwe zanyarine bi fezîlet perwerde kirin ku her yek ji wan bi bicîhiştina berhemên nivîskî di warên cûrbecûr ên zanistên îslamî, pêngavine bibandor jibo xurtkirina merîfetên îslamî rakirin.

Dewrana temenê 29 salî yê Îmam Hesenê Eskerî (S) dibe sê pişk: Dewrana yekem 13 sal e ku jiyana wî hezretî li Medîneyê derbas bû; Dewrana duyem 10 sal li Samerayê beriya îmametê û dewrena sêyem nêzikî 6 salan îmameta wî hezretî ye.

Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya gihîştina salvegera şehîdbûna Îmam Hesenê Eskerî, Îmamê Yazdehem ê şîeyan sersaxiyê dide hemî misilmanan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 

Serepeyv