Cotmeh 22, 2020 20:30 Asia/Tehran
  • Sertîp Heyderî seredana sînorê Îranê digel Ermenistan û Komara Azerbaycanê kir

Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê seredana sînorê Komara Îslamî ya Îranê digel Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê roja Pêncşemiyê di vê seredanê da ku bi mebesta şopandina leşkerî ya sînorên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat (bakurê rojavaya Îranê) pêk hat da, agahiyên herî nû derbarê alûgorên navçeya Qerebaxê bi dest xistin.

Di seredana meydanî ya sertîp Heyderî da, qaîm meqamên bajarên Colfa û Xoda Aferînê, fermandarê tîpa 321ê a 'Muteherika Hucûmî' ya Merendê û fermandarê sînorvaniya navçeya Culfayê jî li navçeyê bûn.

Fermandarê sînorvaniya navçeya Culfayê, rewşa navçeya kêşeliser û cihê lêketina roketên welatên mijûlî pevçûnê li nav axa Îranê, her wiha rewşa navçeyê û sînorên parêzgeha Azerbaycana rojhilat jibo Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê şirove kir.

Ji destpêka pevçûnan li navçeya Qerebaxê heta niha bi dehan topên hawanê û roket li gundên sînorî yên Îranê ketine.

 

Serepeyv