Cotmeh 19, 2020 22:28 Asia/Tehran
  • Zerîf:Muzakireya derbarê bûyera balafira ukrayînî bi hevkarî û lihevkirinê digihêje encamê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Ukrayînê hevdemê lidarketina dewra duyem a muzakireyên navbera Îran û Ukrayînê derbarê bûyera ketina balafira ukrayînî li Tehranê bi wezîrê derve yê Îranê re hevdîtin û gotbêj kir.

Li gor dayira giştî ya ragihandina wezareta derve ya Îranê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîfîro di hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Ukrayînê Yevgheniy Yenin de li Tehranê cardin xemgînî û nerahetiya xwe derbarê bûyera ketina balafira ukrayînî diyar kir û dewra yekem a muzakireya du welatan ser vê bûyerê erênî nirxand û hêvîdariya xwe diyar kir ku bi hevkarî û hevdufemkirinê dewra duyem a muzakireyan jî bigihêje encama ku du alî dixwazin.

Rûniştina yekem a dewra duyem a muzakireyên Îran û Ukrayînê vê sibeyê bi serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Îranê yê karûbarên navneteweyî û huqûqî  Muhsin Beharwend û bi serokatiya alîkarê wezîrê karên derve yê Ukrayînê Yevgheniy Yenin  li Tehranê li dar ket.

Muzakireya karzanî di navbera Ukrayînê û Îranê de derbarê bûyera balafira ukrayînê du rojan wê berdewam bike.

Serepeyv