Cotmeh 17, 2020 10:52 Asia/Tehran
  • Di salroja şehadeta Îmam Riza(s) îmamê heştan ê şîeyan de Îrana Îslamî şîndar e

Îro 29 Seferê salroja şehadeta 8-emîn Îmamê Şîeyên cinanê Hezretê Îmam Riza (S) e û cîhana îslamê bi taybet Îran di vê rojê de tazîdar e.

Îro 29 Sefera 1442 Koçiya Heyvî  hevdemê 17 Cotmeha 2020 salroja şehadeta 8-emîn Îmamê Şîyên cinanê Hezretê Îmam Riza (S) e.

8-emîn pêşengê Şîyên cihanê di 11 meha Zilgede ya sala 148 Koçiya Heyvî  li bajarê pîroze Medînê de hate dinê û di 35 saliya xwe de Îmameta misilmanan girte sukura xwe.Naznav wî yê herî bi nav û deng "Riza" bû. Dewra Îmameta wî hezretî hevçaxê bi dawî bûna xelafeta Harûnê Ebasî û despêbûna hikimdariya Me'mûn bû.

Hezretê Riza (S) dema ku gihîşte meqamê Îmametê di nava xelkê de mewqiyeke taybet hebû û Me'mûn jî ku ji mewqiya wî di nava xelkê de agahdar bû, bona xapandina misilmanan û qahîm kirina mewqiya xwe Îmam Riza (S) neçar kir ku Welîehdiyê qebûl bike.

Wî hezretî di dewra Îmametê de ji tevî hebûna mewqiya gelanî û agahdar kirina civakê di gotûbêjên bi zanayên misilman û nemisilman re jî beşdar dibû û bi riya şirove kirina zanistî rastiyên dînê Îsalmê îsbat dikir. Îmam Riza (S) rastiya dînê Îslamê nîşanê xelkê dida.

Îmam Riza (S) 3 salan li Xorasan ma lê aqibet bi destûra Memûn ew hezreta jehrî û şehîd kirin..Merqeda paqij a Îmam Riza (S) li bajarê pîroze Meşhedê li bakura rojhilata Îranê ziyaretgaha bi milyonan misilmanên cihanê ye.

Îro xelkê Îrana Îslamî bi berçavgirtina destûrên tendirustiyê ji ber pandemya Koronayê ji ber şehadeta Îmam Riza (S) tazîdarî û şîndariyê dikin.

Radyo  û televîzyona Kurdiya Tehranê bona salroja şehadeta Îmam Riza (S) ji hemû misilmanên cihanê re sersaxiyê dixwaze.

Serepeyv