Cotmeh 12, 2020 21:38 Asia/Tehran
  • Di operasiyona Sipaha Pasarên Înqilaba Îslamî li rojavaya Îranê da 6 terorîst hatin kuştin û birîndar bûn

Beşa Pêwendiyên gelemperî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) a Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku di du operasiyonên vê biryargehê li rojavaya Îranê 6 terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Beşa Pêwendiyên gelemperî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) a Hêza Bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand: Bi serdestiya itilaatî û kiryarên lihevalyayî yên operasiyonî yên hêzên Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S)  di vê hefteyê da, di du operasiyonên serketî dijî kesên dijî înqilabê û komên terorîstî li navçeyên Kamyaran û Merîwanê li rojavaya Îranê, sê kes ji terorîstan hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn ku kesek ji wan ji aliyê hêzên biryargehê va hat girtin.

Li gorî vê daxuyaniyê, di van operasiyonan da hejmareke zêde ya çek, nuhîmat û alavên têkilîgirtinê yên terorîstan ji aliyê hêêzn Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S)  va hatin keşfkirin.

Her wiha li gorî daxuyaniya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) , terorîstê ku hatiye girtin ji welatiyên biyanî ye.

 

Serepeyv