Cotmeh 10, 2020 11:00 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Birca Mîladê, birca herî bilind a Îranê û şeşem birca bilind a telekomê li Cîhanê

Birca Mîladê birceke çend-mebestî ye û li bakurê rojavaya Tîhrana paytexta Îranê cih girtiye.

Bilindahiya vê bircê 435 mitr e; Ev birc, li Îranê ya herî bilind, li cîhanê şeşemîn birca herî bilind a telekomê û nozdehemîn binaya bilind a bê-palpiştî ye.

Birca Mîladê bi 13 hezar metrên çarkunc jêrbinayê ji hêla berfirehiya behrewergirtinê ji binaya serê bircê, birca yekem di nava hemî bircên telekomê li cîhanê ye. Ev birc ji ber bilindbûnê û şikê wê yê ciyawaz,hema bêje ji hemî nuqteyên Têhranê tê dîtin û ji ber vê yekê, ji sembolên paytexta Îranê tê zanîn.Xebata çêkirina vê bircê di Çileya 1998an da destpê bû û bi qasî 11 salan hat domandin.

7 bircên herî bilind ên telekomê li Cîhanê bi rêzê ev in:

1 - Tokyo Sky 3 li Tokyoya Japonê

2 - Birca Kanton li Guwangjûya Çînê

3 - Birca CN li Torontoya Kanadayê

4 - Birca Ostankîno li Moskovaya Rûsiyê

5 - Birca Oriyêntal Pîrêl li Şanghaya Çînê

6 - Birca Mîladê li Têhranê

7 - Birca Kualalampûrê li Kualalampûra Maliziyayê

 

Serepeyv