Cotmeh 06, 2020 14:05 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gelê Îranê tu çaverêtiyek ji bilî dijminiyê ji Amerîkayê tune

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi çend deh salan dijminatiya Amerîkayê tev gelê Îranê, got: Gelê Îranê tu çaverêtiyek ji bilî dijminiyê ji Amerîkayê tune.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna Hevahengiya Aborî ya Dewletê got: Gelê Îranê ji welatên ku bi awayê nexwestî hevrêtî digel boykotên Amerîkayê dikin çaverêtiyê nake ku beşdarî kiryarên dijmirovî yên Amerîkayê bin.

Rûhanî bal kişande ser têkoşîn û berxwedana gelê Îranê li hemberî dijminatiyên Amerîkayê û got: Hema wisa ku berûlayên deqîqtir ên şerê sepandî yê Rêjîma beisa Iraqê dijî gelê Îranê çend salan piştra aşkira bûn, şerê berfireh ê aborî yê sepandî li ser Komara Îslamî jî di pêşerojê da dê bi awayekî deqîqtir ji bo gel were ronkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi kiryarên bibandor ên saziyên têkildar ji wan Wezareta karên derve û saziyên hiqûqî yên dewletê û Banka Navendî jibo bidestxistina mafên gelê Îranê, daxwaza zêdetirbûna van hewildana jibo azadkirina zimhêrên pereyê astengkirî yên welêt kir.

 

Serepeyv