Cotmeh 06, 2020 09:33 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Îran mezintirîn berhemênerê Zeferanê li cîhanê ye

Zeferan an Zerperan (Crocus sativus) giyayek e ji cûreya Zenbeqiyan û gerda Zeferan wek biharat di aşpêjiyê da tê bikarabnîn. Kumik û xameya bi rengê zirişkê ya Gula Zeferan tê komkirin û zuhakirin û jibo rengîkirina xwarekan tê bikaranîn.

Zeferan bi salan e ku wek biharata herî giranbiha ya cîhanê li gorî giraniya xwe tê naskirin û her kîloya wê nêzikî 5000 dolarên Amerîkayê ye.

Koka vî giyayî bi awayê dîrokî li Îranê ye û di sedsala 21 da, zêde ji sedî 90ê Zeferan cîhanê li Îranê tê berhemanîn.

Zeferan giyayekî biçûk û çendsalî bi bilindahiya ji 10 heta 30 cm e.

Di bijîşkiya kevnare da, Zeferan wek êşbir û handêrê zayendî tê bikaranîn.

Îran salê 330 ton Zeferanê berhem tîne û 280 ton ji wê difiroşe derve û ji vê hêlê va berhemêner û derfiroşê herî mezin li cîhanê ye.

Sedî 85 ji berhemanîna Zeferan li paarêzgehên Xorasana Rezewî û Başûr e.

 

Serepeyv