Cotmeh 06, 2020 08:43 Asia/Tehran
  • Welayetî: Kêşeya Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi riya leşkerî nayê çareserkirin

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da tevî amajeya bi kêşeya navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê li ser mijara Qerebaxê, got: Ev kêşe bi rêkara leşkerî nayê çareserkirin.

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da di gotûbêja bi rojnameya Kêyhana Têhranê da ku îro Sêşemiyê hat weşandin, tevî pêgiriya li ser vêya ku kêşeya navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê divê bi riya siyasî were çareserkirin, got: Îran li dijî her kiryara leşkerî ji her aliyekî va ye, ji ber ku derdayiyê şerê Ermenistan û Komara Azerbaycanê, gel e.

Welayetî destnîşan kir: Komara Azerbaycanê dê her cûre alîkariyekê jibo navcîtî û aştiyê navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê bike.

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da her wiha tevî amajeya bi biryarnaameyên NY derbarê vêya ku Ermenistan û Komara Azerbaycanê vegerin sînorên navneteweyî, ragihand: Yekparçetiya erdê ji xalên rêziknameya NY ye û Îran jî wek endamekî NY li ser vê yekê pêgiriyê dike.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser naavçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in; Pevçûna van du welatan li ser Qerebaxê ji sala 1988an va destpê bû.Dora nû ya vê pevçûnê ji 27ê Îlona 2020î va careke din destpê bû û heta niha hejmareke hêzên du aliyan hatine kuştin an birîndar bûne.

 

Serepeyv