Îlon 30, 2020 14:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Amerîka siyasetên herî têrorîstî li dijî Îranê girtine ber xwe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku amerîkî he rojê komployeke nû diafirînin, got: Amerîkayê siyasetên herî têrorîstî û dijminane li dijî gelê Îranê girtine ber xwe.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Taxima Dewletê da tevî amajeya bi munazireya şeva bihurî ya berendamên serokomartiya Amerîkayê, got: Vê munazireyê nîşan da ku amerîkî tûşî çi rewşekê bûne û rewşa herî xerab di warê têkoşîna dijî Koronayê, zêdebûna bêkariyê û zêdebûna nearamiyên navxweyî derbas dikin.

Rûhanî bi gotina vêya ku amerîkî di siyaseta xwe ya derveyî ne tenê derheqê Îranê belkî derheqê navçeya Rojavaya Asyayê, Ewropa û NAFTA'yê (Girêbesta ticareta azad a Amerîkayê Bakur) jî ser neketine, got: Welatê ku ewqas pirsgirêkên wî hene, xwezayî ye ku bixwaze pirsgirêkan veguhezîne derve û dijî Îran û cîhanê komployan pêk bîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi hêrsbûna kanalên derveyî ji vêya ku Îran Amerîkayê wek sebebkarê cinayetan dizane, got: Ev rastiyek e, ji ber ku Amerîka roja îro siyasetên herî dijminane, cinayetkarane û têrorîstî li dijî gelê Îranê bi kar tîne.

Rûhanî, yekîtî wek tenha rêya sekinîna li hemberî komployên Amerîkayê da zanîn û got: Dijmin heta roja îro li hemberî gelê Îranê têk çûne û dîsa jî dê têk herin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha li ser danûstandina kêrhatî û berfireh a Têhranê digel welatên cîhanê pêgirî kir.

 

Serepeyv