Îlon 26, 2020 21:00 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hebûna çekdarên amerîkî li ser zirara ewlehî û tenahiya navçeyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hebûna çekdarên amerîkî li Iraq, Efganistan û welatên dorhêla başûrî ya Kendava Farisê li ser zirara ewlehî û tenahiya navçeyê da zanîn.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê di hevdîtina digel Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê li Têhranê tevî pêgiriya li ser vêya ku hewildana jibo derxistina Amerîkayê ji navçeyê, erka her welatekî ye ku amerîkî têda ne, got: Îranê tiştê ku Parlimana Iraqê di vî warî da daye pesendkirin, wek pêngaveke erênî dizane.

Rûhanî di dewamê da bi gotina vêya ku Îran jibo alîkariya bo yekîtî û hevgirtina Iraqê li kêleka dewlet û gelê vî welatî ye, bi bîr xist: Îran li qonaxên cûrbecûr da hertim piştgirê gel û hikûmeta qanûnî ya Iraqê bûye û baştirîn mînaka alîkariya bo gel û dewleta Iraqê di pêvajoya êrîşên têrorîstî yên DAIŞê li vî welatî bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi pêwîstiya berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên Têhran û Bexdayê di warên cûrbecûr ên siyasî, çandî û nemaze aborî, li ser pêwîstiya lezandina cihanîna lihevkirinên Îran û Iraqê pêgirî kir.

Rûhanî bi gotina vêya ku gel û dewleta Îranê, Iraqê wek dostê xwe dizanin, hêvî kir ku sefera Wezîrê karên derve yê Iraqê bo Têhranê bibe sebeba cihanîna lihevkirinên navbera du welatan.

Wezîrê karên derve yê Iraqê jî tevî sipasiya ji alîkariyên Îranê bo dewlet û gelê Iraqê di qonaxên cûrbecûr da, dabînkirina rewşê jibo cihanîna lihevkirinên du welatan ji wan di warê hevkariyên sînorî, veguhestin û amadekirina Çemê Ervendê jibo berfirehkirina hevkariyên ticarî û danûstandina navbera du welatan ji armancên sefera xwe bo Têhranê da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her wiha li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên Têhran û Bexdayê di warên siyasî, aborî û çandî da pêgirî kir.

 

Serepeyv