Îlon 26, 2020 18:52 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Iraqê digel Serokomarê Îranê civiya

Wezîrê karên derve yê Iraqê îro li Têhranê digel Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê ku bi armanca şêwirîna digel rayedarên Îranê sibeha îro Şemiyê derbasî Têhranû bû, digel Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Wezîrê karên derve yê Iraqê beriya vêya bi Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê ra jî hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Fuad Husên di vê sefera durojî da derbarê cihanîna lihevkirinên sefera Tîrmeha 2020î ya Mistefa El-kazimî serokwezîrê Iraqê bo Têhranê dê tev rayedarên bilidn ên Îranê ra biaxive.

 

Serepeyv