Îlon 26, 2020 10:38 Asia/Tehran
  • Erdheja bi hêza 5.2 'Merawe Tepe' hejand

Erdhejeke bi mezinahiya 5.2 Rîşter sibeha îro Şemiyê şaristana Merave Tepeyê li rojhilata parêzgeha Gulistanê ya Îranê hejand.

Li gorî rapora Navenda Hejpîv a Enistîtûya Jeofîzîka Zanîngeha Têhranê, Ev erdhej di kûrahiya 10 kîlomitriya erdê û 21 kîlomitriya şaristana Merave Tepeyê, 46 kîlomitriya sînorê Tirkmenistanê û 50 kîlomitirya Germabê li parêzgeha Xorasana Bakur qewimî.

Hîn tu lêzanînek derbarê ziyanên ihtimalî yên vê erdhejê nehatiye belavkirin.

Roja 7ê Îlona 2020î jî erdhejek bi mezinahiya 5.1 şaristana Ramiyanê li parêzgeha Gulistanê hejand ku di encamê da 22 kes birîndar bûn.

 

Serepeyv