Îran û Pakistan jibo xurtkirina pêwendiyan şêwirîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i319631-Îran_û_pakistan_jibo_xurtkirina_pêwendiyan_şêwirîn
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê û Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê riyên berfirehkirina danûstandinên çandî, aborî û civakî navbera parêzgehên sînorî yên du welatan hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 09:55 Asia/Tehran
  • Îran û Pakistan jibo xurtkirina pêwendiyan şêwirîn

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê û Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê riyên berfirehkirina danûstandinên çandî, aborî û civakî navbera parêzgehên sînorî yên du welatan hilkolandin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Hesen Derwêşvend, Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê di hevdîtina bi Liyaqet Şahdevanî, Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê derbarê mijarên eleqedar, danûstandinên çandî û têkoşîna hevpar dijî Vîrûsa Koronayê şêwirîn.

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kuwêteya Pakistanê û Berdevkê dewleta parêzgeha Belûçistana Pakistanê tevî amajeya bi pêwendiyên kevn ên du welatan, cînaretiya  baş û mijarên hevpar ên dîrokî, mezhebî, çandî û civakî, li ser pêwîstiya berfirehkirina pêwendiyên çandî navbera parêzgehên 'Sîstan û Belûçistanê' û Belûçistana pakistanê û bazarçeyên ser sînor û têkoşîna hevpar dijî kêşeya Vîrûsa Koronayê pêgirî kirin.