Merasima tazîdariya îmam Secad (S) di hizûra rêberê Înqilaba Îslamî de
Merasima tazîdariya îmam Secad (S) îmamê çarem ê şîeyên cihanê vê sibeyê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî de di hizûra rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî de li dar ket.
Îro duşemê 25`ê Muherrema sala 1442 H-Q, hevgavê 14`yê Îlona sala 2020 salvegera şehîdbûna Imam Seccad (S) kurê Îmam Huseyn (S) û nevîyê pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemed (S) e.
Îmam Seccad çaremîn Îmamê şîeyên cîhanê di sala 38`ê H-Q li bajarê Medînê hat dinyayê, dewrana ku binemala pêxemberê Îslamê (S) di rewşeke dijwar de derbas dikir.
Dema bûyera Kerbelayê de, Îmam Seccad (S) nexweş bû û piştî tevgera mezin a Îmam Huseyn (S) berpirsîya giran a belavkirina peyama vê tevgerê û domadina rêka bavê xwe yê hêja da ser milê xwe û ji bo nîşandayîna esas û girîngîya vê serhildanê, gellekî hewil da.
Îmamê çarem ê şîeyên cîhanê ji bo avakirina şaristanîyet û çanda Îslamî û berfirekirina fêrkarîyên resen ên Quranê hewil da û bi zelalbînîya taybetî xwe, dest bi perwerdekirina zanyarên misilman kir ta ku bi vê rêyê, Quran û sunneta pêxemberê Îslamê (S) bê parastinê.
Wî bi komkirina mirovên hêja, ew bi fêrkarîyên xwe yên dînî perwerde kirin bi awayekî ku li gorî salixî û riwayetan, wî hezretî zêde ji 170 şagirdên bi nav û deng hebûn.
Yek ji mîratên giranbuha yên Îmam Seccad (S) ji bo misilmanan, pirtûka Sehîfeya Seccadîyê ye, herçend ku naveroka vê pirtûkê dua û lavahî ye, lê gellek rastîyên zanist û têgehên îsalmî û îrfanî, qanûn û hikmên şerî, meselên hestyar ên sîyasî, civakî, perwerdehî û exlaqî digire ber xwe.