Wezîrê derve yê Hindustan hevdîtina xwe û wezîrê derve yê Îranê sûdmend nirxand
Wezîrê derve yê Hindustanê Subrahmanyam Jaishankar hevdîtina xwe û wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Tehran kêrhatî û sûdmend nirxand.
Li gor IRNA, wezîrê karên derve yê Hindustanê li peyameke Twitterê de got ku li hevdîtina xwe ya bi wezîrê derve yê Îranê re li Tehranê derbarê hevkariyên dualî û guhertin û rewşa navçê gotûbêj kir.
Wezareta Derve ya Hindustanê jî bi weşandina wêneyekê li Websayta xwe ya fermî ragihand ku wezîrên derve yên Îranê û Hindustanê li Tehranê hevdîtineke bi feyde û kêrhatî ji bo du welataan pêk anîn.
Wezîrê derve yê Hindustan Subrahmanyam Jaishankar duh sefera Tehranê kir û paşê ji bo beşdariya li rûniştina wezîrên karên derve ên Rêxistina Hevkariya Şangehayê çû Moskowê paytexta Rûsyayê.
Sefera wezîrê derve yê Hindustanê bo Tehranê piştî sefera wezîrê parastinê yê vî welatî Rajnath Singh bo Tehran û gotûbêja wî bi wezîrê parastinê yê Îranê general Emîr Hatemî pêk hat.