Îlon 08, 2020 18:21 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Îran û Tirkiyê jibo serketina li hemberî komploya dijminan riyek ji bilî xurtkirina hevkariyan tunene

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku qewimîna bûyerên tehl û diltezîn nekariye ziyanekê li pêwendiyên Têhran û Enqerê xîne, got: Îran û Tirkiyê jibo serketina li hemberî komployên dijminan riyek ji bilî xurtkirina hevkariyan tunene.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di civîna şeşem a Konseya Bilind a Pêwendiyên Stratejîk a Îran û Tirkiyê ku ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê bi awayê vîdyo konferans bi mazûvaniya Têhranê hat lidarxistin, di gotûbêja bi Receb Teyib Erdoxan Serokomarê Tirkiyê ra got: Pêwendiyên du welatan hertim li ser esasa cînaretiya baş û nirxên hevpar ên çandî û rêzgirtina dualî, her wiha berçavgirtina berjewendiyên hevparû aramî, ewlehî û aştiya li navçeyê bûye.

Rûhanî her wiha got: Sînorên Îran û Tirkiyê hertim sînorên aştî û dostiyê bûye, nemaze di salên dawî da du hewildan adu dewletan li ser esasa berfirehkirina pêwendiyên dualî û hevkariyên navneteweyî û navçeyî bûye.

Receb Teyib Erdoxan jî di vê civîna vîdyo-konferansî da civînên Konseya hevkariyên Stratejîk ên Îran û Tirkiyê wek semboleke dostiya navbera du welatan zanî û got: Di civînên berê û heta îro di çarçova vê konseyê da biryarine pirr girîng jibo berfirehkirina pêwendiyan hatine dayînê.

Serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi lidarxistina civîna şeûem a Konseya Bilind a pêwendiyên stratejîk ên Îran û Tirkiyê bi awayê vîdyo-konferans, got: Lidarxistina vê civînê di rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê nîşana vîn û iradeya du welatan jibo berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyan e.

Erdoxên bi gotiona vêya ku Îran û Tirkiyê di çareserkirina gelek ji pirsgirêkên navçeyê da roleke diyarker û girîng hene, got: Îro jî Enqere û Têhran di şeşemîn civînê da jibo berfirehkirina herî pirtir a hevklariyan û lezandina cihanîna lihevkirinên berê dê têbikoşin.

Serepeyv