Îlon 02, 2020 08:46 Asia/Tehran
  • 2ê Îlonê salvegera şehîdbûna Reîs Elî Dilwarî û Roja Neteweyî ya Têkoşîna Dijî Koledariya Inglîsê

Îro Çarşemî, 2ê Îlona 2020î, beranberî 12ê meha Şehrîvera sala 1399an a Koça Rojî, salvegera şehîdbûna Reîs Elî Dilwarî, serdarê mezin a têkoşîna dijî koledariya li başûrê Îranê, wek Roja Neteweyî ya Têkoşîna Dijî Koledariya Inglîsê hatiye binavkirin.

 

Reîs Elî Dilwarî (1882 - 1915) kesekî azadîxwaz û rêberê serhildana başûrê Îranê li Tengistan û Boşêhrê dijî çekdarên destdirêjker û koledar ên Inglîsê li şerê yekem ê cîhanî bûn.

Di destpêka şerê yekem ê cîhanî di sala 1914an da hêzên ûris ji bakur û hêzên Inglîsê ji başûr va êrîşî ser Îranê kirin û gemiyên şêrr ên Inglîsê li Bûşêhrê gihîştin perravê û hêzên dagirker ku dil hebûn Bûşêhr û deverên perravî dagir bikin, tûşî berxwedana gelê vî bajarî bûn.

Tengistaniyan bi rêbertiya Reîs Elî Dilwarî bi êrîşin bibandor derbên esasî li inglîsiyan xistin ku li yek ji van êrîşan da, Reîs Elî Dilwarî du efserên pilebrz ên inglîsî hevrê digel yazde eskerên hindî kuştin.

Ev serketin zêdetir ji viya ku ji hêla leşkerî va girîng be, ji hêla derûnî  û rewanî va girîng bû, ji ber ku tirsa gel ji Inglîsê kêm kir û bû sebeb ku mezinahiya vî dijminê destdirêjker ji mejiyên xelkê ji nav biçe.

Reîs Elî Dilwarî Havîna sala 1915an li şer û pevçûna bi çekdarên destdirêjekr ên Inglîsî li Bûşêhrê û di temenê sî û sê saletiyê da şehîd bû.

Reîs Elî Dilwarî serdarê mezin ê serhildana başûrê Îranê divî wek Nimada Berxwedan, dijayetiya bi Koledariyê û Welayetxwziyê were zanîn.
Gora şehîd Reîs Elî Dilwarî li goristana Wadî Selamê ya bajarê Necefa Pîroz e.

 

Serepeyv