Tebax 31, 2020 21:53 Asia/Tehran
  • Sersaxî jibo salvegera şehîdbûna Îmam Zeyn ul-Abidîn

Sibe Sêşemî 12ê Muherema sala 1442an hevdem digel 1êÎlona 2020î, salvegera şehîdbûna Îmam Zeyn ul-Abidîn nasyar bi Secad kurê Îmam Husên (S) û ji neviyên paqij ên Resûlê Xwedê (S) ye.

Îmam Zeyn ul-Abidîn (S), Îmamê çarem ê şîeyan sala 38an a Koça Heyvî li Medîneyê ji dayîk bû; Ew di serdemekê da dijiya ku binemala pêxemberê Îslamê (S) bi dijwarî derbas dikirin.

Îmam Secad (S) ku di bûyera Kerbelayê nexweş bû, piştî bizava mezin a Îmam Husên (S), berpirsiyariya giran a weşandina peyama vê bizanê û dewama rêya bavê xwe yê hêja girte ustiyê xwe û jibo nîşandana pênase û girîngiya vê bizavê gellek hewil da.

Îmamê çarem ê şîeyan jibo damezirandina şaristaniyet û çanda îslamî û berfirehkirina fêrkariyên resen ên Quranê têlkoşiya û bi rewşenbîniya xwe ya taybet, zanayên misilman perwerde kirin da ku bi vê riyê, quran û suneta pêxemberê Îslamê (S) bimîne.

Wî bi komkirina mirovên hêja, ewna xistin bin fêrkariyên xwe yên dînî, heta wê astê ku li gorî dîrokê, şagirtên wî yên bi navûdeng nêzikî 170 kes hatiye zanîn.

Mîrateyeke din a binirx a Îmam Secad (S) jibo misilmanan, pirtûkek bi navê Sehîfeya Secadiyê ye; Ev pirtûk herçî ku wek dua û niyayîşê ye, lê gellek ji rastiyên zanist û marîfetên îslamî   ûirfanî, qanûn û hikmên şer'î, mijarên hestyar ên siyasî, civakî, terbiyetî û exlaqî têda hene.
Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salvegera şehîdbûna Îmam Secad (S), sersaxiyê dide gişt misilmanên cîhanê, nemaze şîeyan.

Serepeyv