Tebax 30, 2020 23:47 Asia/Tehran
  • Lidarketina merasima Şamê Xerîban di huzûra Rêberê Înqilaba Îslamî de

Merasima tazîdariya Şamê Xerîban (Êvara Xerî û Xurbetê) ya pêşewa û salarê şehîdan Hz. Eba Ebdullah El-Huseyn (S) û heval û ehlê beyta e,ekdar a wî hezretî li hizûra rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî li Hueyniyeya Îmam Xumeynî (RE) li dar ket.

Li gor rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberiya Înqilabê, Di vê merasimê de Hucetul-Îslam wel-muslimîn Alî axivt û diyar kir ku bernameke şeytan û tevgerên pêrewê wê jinavbirina civînên muminan û qutkirina pêwendiya wan a îmanî û bawermendiyê bi hev re ye û di dewamê de got: Herqas xisletên wekî hevduhezî, hevkarî, fidakarî, hevdilî, wezîfenasî û rehmkirina li hevdu qahêm bibin û ev xislet di civata Îslamî de belav bibin , ew civak ji xwepesinî û xwexwaziyê dûr dikeve  û bi deshilatbûna ruhê giştxwaî û muminane li civakê, ew civat ji bo dewrana zihûrê wê amade bibe.

Herwiha di vê merasimê de hucetul-îslam seyd Behaedîn Ziyayî jî belayên ku hatine serê ehlê beyta Îsmet û Teharetê rave kirin û nohexwanî kir.

Si merasima Êvara Xerîban an Şamê Xerîban de Ehlê beyta Îmam Huseyn (S) bi bîr tê ku piştî bûyera Aşûrayê li şeva ku ser wan tê aware û hêsîr dibin  û di şeva tarî ya çola Kerbelayê xem û xodûke zav ser wan digire.    

Serepeyv