Tebax 30, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Pêngavên pêdivî ji bo berhemanîna Vaksena Koronayê li welêt hatine rakirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bal kişand ser nûçeyên belavbûyî derbarê vê yekê ku hin welatan vaksena Koronayê çê kirine, destûr daye ku li vê barê de li Îranê jî pêngavên lezgîn werin rakirin.

Li gor diyarkirina îro ya malpera dewletê ya ragihandinê Ruhanî li gotûbêja bi wezîrê Tendirustî û Pizişkiya Îranê Seîd Nemekî û wezîrê Karên Hundirîn Ebdulreza Rehmanî-Fezlî re derbarê berçavgirtina destûrên tendirustiyê ji aliyê tazîdar, pesindbêj û medahên Ehlê Beytê  li heyamê tazîdariya Îmam Huseyn (S) bi taybet li şevên Tasûa û Aşûrayê  qedirzanî kir.

Ruhanî reftara dîndarane û sozdarane ya gelê Îranê di warê lisarxistina merasimên tazîdariyê li kêleka berçavgirtina protokolên tendirustiyê ji ber çanda zengîn a olî ya xelkê û sozdariya wan derheq hevduheziyê da zanîn.

Gelê Îrana Îslamî bi berçavgirtina destûrên tendirustiyê yên wekî bikaranîna maskan û xwedûrgirtina ji hevdu , rojên Tasûa û Aşûraya Huseynî tazîdarî kirin. 

Serepeyv