Tebax 30, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Nimêja nîvroya Aşûrayê li Îranê

Tazîdarên Huseynî li seranserê Îrana Îslamî bi berçavgirtina destûr û protokolên tendirustiyê nimêja Aşûrayê kirin ji bo bîranîna nimêja salarê şehîdan di nîvroya Aşûraya 61 Koçiya Heyvî de .

Tazîdarên reşgirêdayî û reşlixwekirî yên şehîdên Kerbelayê îro her ji despêka roja Aşûrayê bi berçavgirtina destûr û protokolên tendirustiyê yên ku ji aliyê Erkana Neteweyî ya Koronayê hatine ragihandinê ji bo îmamê xwe yê şehîd û heval û ehlê beyta wî hezretî tazîdarî kirin û hêstir rijandin û li singê xwe xistin û di nîvroya îro Aşûrayê de jî bo bîranîna nimêja Îmam Huseyn (S) û heval û ehlê beyta wî hezretî di nîvroya aşûraya sala 61 KH, nimêj kirin.

Îro 30 Tebaxa 2020 hevdemê 10`ê meha Muherremê anku roja Aşûrayê salroja şehîdbûna pêşengê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (S) sêyemîn Îmamê şîeyên cîhanê ye ku di 10`ê Muherrema sala 61 a koçî-heyvî li Kerbelayê di emrê xwe yê 57 salîyê de hat şehîdkirinê.

Serepeyv