Tebax 29, 2020 22:14 Asia/Tehran
  • Zerîf: Pêtên agirê Aşûrayê ti caran di nav dilê azadên cîhanê natemirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di peyamên cida bi minasibeta meha muheremê û tazîdariya Hz. Eba Ebdullah el-Huseyn (S) bi zimanên erebî û îngilîzî desnîşan kir: Aşûra dersek e dîrokî ku pêtên agirê wê ti caran di nav dilên misilman û azadên cîhanê natemire.

Sibê roja yekşemê hevdemê roja dehem a Muherema 1442 Koçî Heyvî hevgavê 30 Tebaxa 2020, wek roja Aşûrayê û salroja şehîdbûna salar û pêşewayê şehîdan Hz. Îmam Huseyn (S) îmam sêyem ê şîeyên cîhanê ye. Îmamê Huseyn (S) di roja 10-an a Muherema 61 Koçî-Heyvî de bi destê zalimên dewranê li Kerbelayê şehîd bû û bi vê fidakarî û canfidayiya xwe ya bê mînak dersa azadîxwazî û şeref û  serbilindiyê  da gelên cîhanê .

 Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li peyama xwe ya bi zimanê erebî nivîsiye: Mirov her sal bi coştir merasima salvegera  şehîdbûna Husên bin Elî (S) li dar têxin. Aşûraya ku dersa rawestan û berxwedana li ber zilm û zorê hînî misilman û azadên cîhanê da.

Zerîf di peyama xwe ya Îngilîzî de nivîsiye: Ji sala 680 heya niha bi milyonan kes salroja şehîdbûna Îmam Huseyn (S) bi bîr tînin û bi sedan sal e bi bîranîna canfidayiyên wî îmamê hêja, dil û canê peyrew û hogirên wî ji bo berxwedana li ber zilm û zorê qahêm û muhkim kirine.   

Serepeyv