Tebax 29, 2020 21:38 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Çavkaniya berxwedana Îranê li hemberî serdestxwaziyê, Çanda Aşûrayê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade çavkanî û koka berxwedan û rawestana qahêm a Komara Îslamî ya Îranê li hemberî serdestxwazî û deshilatê çanda Aşûrayê da zanîn.

Sibê roja yekşemê hevdemê roja dehem a Muherema 1442 Koçî Heyvî hevgavê 30 Tebaxa 2020, wek roja Aşûrayê û salroja şehîdbûna salar û pêşewayê şehîdan Hz. Îmam Huseyn (S) îmam sêyem ê şîeyên cîhanê ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  Xetîbzade îro li peyameke Twitterê de desnîşan kir : Aşûra bi tenê rojeke dîrokî nîne, belkî ew hilbijartineke berdewam e  ji nav heq û neheqiyê, hilbijartineke ji nav şeref û bêşerefiyê, serbilindî û rezîltiyê  û hilbijartineke ji nav azadî û neçariyê.  

Xetîbzade desnîşan kir rawestan û berxwedana cidî ya netewê Îranê li ber serdestxwazî û deshilatdariyê, çavkanî û kokeke xwe ya qahêm heye ku ew çanda Aşûrayê ye û ti qawetek herqas ku zalim jî bibe nikare vê yekê ji netewê ku bona fidakariyê amade ye bistîne.

Serepeyv